Xosnaw: Wê agirê Newrozê sibê li Parka Sanedar bê vêxistin

Xosnaw: Wê agirê Newrozê sibê li Parka Sanedar bê vêxistin

PeyamaKurd – Parêzgerê Hewlêrê Umîd Xoşnaw ragihand ku amadekariyên Newrozê li payîtext Hewlêrê temam bûne û wê sibê li Parka Şanederê bi fermî agirê Newrozê bê vêxistin. Xoşnaw ragihand ku wê gelek kesên siyasî û nûnerên welatên din tevlî Newrozê bibin.

Xoşnaw li ser rewşa Hewlêrê axifî û got ku ji 1 ê adarê heya 15 ê adarê ji 500 hezarî zêdetir kes seredana Hewlêrê kirine û niha di otêlan de cîh nemaye.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin