PeyamaKurd – Hat ragihandin ku li bajarê Hilmondê ku di bin serweriya Talîbanê de, otomobîlek hatiye teqandin ku herî kê 13 kes hatine kuştin.
Hat ragihandin ku ji nav 13 kesên u di teqînê de jiyana xwe ji dest dane 9 ji wan ji heman malbatê ne.
Cîgirê leşkerî li bajarê Hilmondê Zeman Hemderan derbarê teqînê de ragihand: “Otomobîla ku hat teqandin berê wê li Leşker-Ceh bajarê Hilmondê ku di bin serweriya Talîbanê de bû.”
Li aliyê din hevdem li bajarê Xorpost ê Afganistanê jî teqînek çêbû ku di wê teqînê de jî 4 kes hatin kuştin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin