Holandayê soza pistgiriya berdewam bo Pêsmerge da

Holandayê soza pistgiriya berdewam bo Pêsmerge da

PeyamaKurd - Wezareta Pêşmerge ya Kurdistanê ragihand ku Şêwirmendê Bilind ê Wezaretê û Şêwirmendê Bilind ê Hêzên Holandayê li ser hevkariyên Holandayê ji bo hêzên Pêşmergeyê Kurdistanê hevdîtinek pêk anîn.

Wezareta Pêşmerge derbarê wê hevdîtinê de bi daxuyaniyekê ragihand ku îro 22yê Sibata 2022yan, Şêwirmendê Bilind ê Wezareta Pêşmerge Hejar Umer ligel Şêwirmendê Bilind ê Hêzên Holandayê civiya û diyar kir, di civînê de behsa pêşveçûna bernameya çaksaziyê hat kirin, bi taybetî proseya aktîvkirina rêveberiya xwebexşan, ku Şêwirmendê Bilind ê Holandayê serperiştiya vê bernameyê dike.

Hat gotin ku piştre Şêwirmendê Bilind ê Holandayê kurteyek derbarê serdana xwe ya bo mîhwera hêzên Pêşmerge pêşkêş kir û soz da ku hêzên Holandayê di hevkarîkirina Pêşmerge de dê berdewam bibe.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin