PeyamaKurd – Li gundê Qayê yê li qezaya Xaneqînê, DAIŞê êrîşek pêk anî û di encamê de muxtarê gund hate kuştin û du kes jî birîndar bûn.
Li gor jêderekî ji Lîwaya Sê ya Hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê diyar kiriye, piştî êrîşê, hêzeke artêşa Iraqê çû wî gundî û çekdarên DAIŞê reviyan.
Herwiha wî jêderî daye zanîn, hêza artêşa Iraqê termê kesê kuştî û kesên birîndar veguhastin nexweşxaneyan.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin