PeyamaKurd- Wezîrê Berevaniya Rusyayê Sergey Şoygu, di derbarê şerê li dijî Ukraynayê de axivî û ragihand ku wan li hember Ukraynayê, 3 car moşeka "Kinjal" hipersonik bi kar hanîne.
Li gorî daxuyaniya Sergey Şoygu ya kenala televîzyona dewletê ya Rossiya-1ê, wan wekî hêzên Rus, di dema rêvebirina operasyonên taybet de 3 car ev moşekên hipersonik bi kar hanîne ku di cîhanê de tu moşekek di ser vê cure moşekê re tuneye. Şoygu da zanîn ku wan di êrîşên moşekî de jî encamên ‘bêhempa’ bi dest xistine.
Wezîrê Berevaniya Rusyayê eşkere kir ku wan ev moşek, di dema hedefên girîng de bi kar hanîne. Şoygu da zanîn ku wan di şerê ku berdewam dike de li hember Ukraynayê balafirên şer ên nifşê 5emîn ên Su-57 bi kar hanîne û eşkere kir û ew ê bikaranîna van balafiran a di şer de jî bidomînin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin