Li ser zêdekirina bihayê elektrîkê Kosovayî derketin xwepêsandanê

Li ser zêdekirina bihayê elektrîkê Kosovayî derketin xwepêsandanê

PeyamaKurd – Li Kosovayê bi sedema ku rêxistina lihevrastkirina enerjiyê (ZRRE) bihayê elektrîkê zêde kir û bi erêkirina hukumetê, xelk nerazîbûna xwe bi xwepêşandanan diyar kir û ketin kuçe û kolanan. Di xwepêşandanan de di navbera tevgervanan û hêzên asayîşê de gengeşe çêbû.

Xwepêşandan bi pêşengiya Partiya Sosyal Demokratan (PSD), li payîtext Prîştîne despêkirin. Li ser pankartên çalakvanan sloganên weha hebûn:

“Hun bihayê elekrtrîkê zêde bikin, em ê çalakiyên xwe zêde bikin- Maaşên kêm, fatûrayên zêde-Elektrîk ne lukse û dewlet bi diza nameşe.”

Bihayê elektrîkê yê nû wê di 1 ê sibatê de destpêbike.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin