Bahçelî êrîsî yekîtiya Kurdên Rojava kir: Emê hilwesînin…

Bahçelî êrîsî yekîtiya Kurdên Rojava kir: Emê hilwesînin…

PeyamaKurd – Serokê Giştî yê Partiya Neteweperest a Tirkiyê (MHP) Devlet Bahçelî ku şirîkê deshilatiya Tirkiyê ya AKPê ye, daxuyaniyeke nivîskî belav kir ku tê de Selahattîn Demirtaş wek terorîst û êrîşî lihevkirina yekîtiya partiyên Kurd li Rojavayê Kurdistanê û got, ew dê destûrê nedin wê xiyanetê û hilweşînin.

Bahçelî li ser rewşa dawî ya Tirkiyê û nerazîbûnên li hemberî hikûmeta MHP-AKPê got,  “Niha hinek baro meşa aloziyê li dar dixin, Dadgeha Destûrê ji bo Demirtaşê terorîst biryara binpêkirinê daye û siyaseta CHP-HDP-ÎP (Partiya Perînçek) ji bo gefa destwerdanên derve rê xweş dikin.”

Bahçelî yekîtiya Kurdên Rojavayê Kurdistanê Encûmena Niştîmaniya Kurd li Sûriyê (ENKS) û Partiyên Yekîtiya Niştîmanî (PYNK) lihev kirine jî wekî ‘xiyanet’ bi nav kir û rexneyên tund li Amerîkayê û Fermandarê Giştî yê HSDê Mezlûm Ebdî girtin.

Herwiha Bahçelî li ser lihevkirina navbera Kurdan êrîşî aliyên Kurdî kir û got, “Wê destûr bo vê xiyanetê neyê dayîn. Komploya ku ji nû ve li Qamişlo xwe daye der, wê ji aliyê Enqerê ve bê hilweşandin.”

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin