Li Dêrsimê xelk nahêle kes destê xwe bide pezkûviyan

Li Dêrsimê xelk nahêle kes destê xwe bide pezkûviyan

PeyamaKurd – Li herêma Dêrsimê jî her wekî çawa li devera Barzan kes destê xwe nade pezkûvî, xezal û heywanên weka wan, kes têkilî wan cûre ajalan nabe û wan diparêze. Ew ajal bi xwezayê re lihevin û dîmenên bêhempa diafirînin.

Dewleta Tirkiyê her çendîn salê bo çend mehan îzna nêçîra heywanên kûvî dide jî xelkê Dêrsimê li hemberê nêçîra wan heywanan dertên. Piştî bertekên xelkê di mijarê de, rêvebiriya pêwendîdar kamerayan li daristan û çiyayan bicîh kiriye da kes heywanan nekujê û nêçîra wan neke.

Ew ajal niha di bin parastina rêvebiriya Dêrsimê de ne û hem xelk weka parastvanekî xwezayî çavdêriya ajalan dike.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin