Li ser dosya Gülistan Doku xelkê Dêrsimê rabû piya

Li ser dosya Gülistan Doku xelkê Dêrsimê rabû piya

PeyamaKurd – Li ser dosya Gülistan Doku ya li Dêrsimê, dema kurê parêzgerê berê yê Dêrsimê Mustafa Türkay Sonel û parastvanê wî Şükrü Eroğlu birin edliya Dêrsimê, welatiyên ku civiyabûn û malbata Doku bertekê nîşanî wan dan.

Sonel û Eroğlu di bin parastina hêzên ewlehiyê de di nav otobusê de rawestandin. Xelkê sloganan qêriyan û gelek bi zahmetî hêzên ewlehiyê di derê paş de ew birin edliyê.

Dosya Gülistan Doku ji nûh de ket rojevê û her diçe dosya firehtir dibe. Parêzgerê berê yê Dêrsimê Tuncay Sonel bi biryara serdozgeriya bajarê Erzeromê hat girtin.

Di wexta lêpirsînê de hat dîtin ku qeydiyên nexweşxanê hatine jêbirin û niha ew qeydî ji nûh de hatin dîtin. Li ser jêbirina qeydiyan serokê nexweşxana dewletê yê wê demê Dr. Çağdaş Özdemir li bajarê Îzmîrê polîs ew xistin bin çav.