Wezîrê dadê Akın Gürlek: “Şahidê bi dizî ciyê gora Gülistan Doku got”

Wezîrê dadê Akın Gürlek: “Şahidê bi dizî ciyê gora Gülistan Doku got”

PeyamaKurd – Wezîrê dadê yê dewleta Tirkiyê Akın Gürlek, li ser dosya Gülistan Doku ku 6 sale li bajarê Dêrsimê wendabû got ku ew gihane astekî baş û krîtîk.

Gürlek, ragihand ku piştî di sala 2025an de, agahiyê sitendine û hem şahidê bi dizî heye û ciyê cesed û çeka ku pê Doku kuştine dîtine. Wezîr Gürlek ji bo CNN TÜRKê axifî û got ku bi îfadên şahidê bi dizî yê lêpirsînê, pirsgirêk dest bi zelalkirinê kiriye. Gürlek got:

“Îfadê şahid ku daye, bi delîlên di sehayê de raste rast li hev in. Şahid ciyê gorê got, ji wê derê nûmîne sitendine. Sîliha ku pê kuştine ew jî xistine gorê. Ji ber sîlih demekî dirêj di bin erdê de maye, zeng girtiye. Ji ber delîl bi beyanên şahid re li hev in, rapora fermî hat çêkirin. Di asta lêpirsînê de îtîrafkar jî derketin ortê. Hem di wê çaxê de polîsekî di derbarê parêzger de îfade da û ew jî ketin nav dosyayê.”

Li ser binçavkirina parêzgerê wê wextê yê Dêrsimê Tuncay Sonel jî, wezîr behsa ûsûla ku divê çawa bimeşe kir. Lêpirsînên di derbarê qeymeqam û parêzgeran de, sûc li ku hatibe kirin, darizandina wan li bajarê herî nêz yê ku navenda cezayê giran lê heye tê kirin. Ji ber wê jî bajarê Erzeromê ciyê herî nêz yê Dêrsimê ye. Serdozgeriya wê derê doza parêzger îdare dike. Gürlek got:

“Di hûqûqê de kes li siyasetvan, parêzger û şaredaran narêne. Armanca me, bila gora wê keçika reben hebe, malbat karibe here ser gorê jê re di’a bike û sûcdar bên cezakirin.”

Wezîr Gürlek ragihand ku di çarçova lêpirsînê de 2 delîlên zelal bi awayekî sistematik ji ortê rakirine û reş kirine.

Gürlek got ku kartê SİM yê aîdê Gülistan Doku ji malbatê sitendine, şandine polîsê sîberî yê taybet, ji kart agahiyan paqij kirine û qeydiyên nexweşxanê jê birine û ev jî sûc e.

Wezîr got ku di bin sîwana wezareta dadê de, ji bo karibin bi çavekî dinê li rûdanê binêrin tîmekî teknîk ava kirine û ev tîm tenê desteka teknîkî dide lê esasê dosyayê dozgerî birêve dibe.

Gürlek ragihand ku gumanbarê firarî Umut Altaş çûye Amerîkayê, îqama xwe sitendiye, bi bultena sor lê digerin û ew ji Amerîkayê xwestine.

Altaş, di rûdanê de wijdanen rihet nînbû ye û çawa di raya giştî de tê gotin “eger cesed tinebe kuştin jî tine”, di  hûqûqê de bersiva tiştekî weha tine lê dema cesed û çek hat dîtin seyra dozê bi temamî guherî.