PeyamaKurd – Wezîrê dadê yê Tirkiyê Akın Gürlek biryara ku ji aliyê Dezgeya Dadger û Dozgeran de hat dayîn ya ji bo sala 2026an ya di derbarê 525 dadger û dıozgeran de ragihand.
Gürlek got ku di çarçova biryarê de 84 kesên darazê ji ser karên wan derxistine û di derbarê 333 kesan de jî cezayê dîsîplînê dane. Daxwuyaniya Gürlek weha ye:
“Em bi rêxistinên sûcan yên ku aramî û hûzûra milletê me xerab dikin re têdikoşin. Dema em dadweriyê bi cîh tînin, em li nav û maqamên wan narênin. Ev hesasiyeta me ji bo karmendên wezareta ma jî eyniye. Piraniya dadger û dozgerên me li gor hûqûq, wijdan û şerefa karê xwe wezîfa xwe dikin. Ev taybetmendiya wan ji kesî re mafê cudakariyê nade…
Daîra 2.em ya HSK di sala 2026an de di derbarê 525 dadger û dozgeran de biryarê daye. Di derbarê 333 kesan de biryarê daye ku ji wan 168 kes cezayê hişyariyê, 24 şermezarkirin, ji 23 kesan ji mehaneyên wan birîna peran, ji bo 4 kesan rawestandina qemeyên wan, 30 kes biryara guheritana cîh û ji bo 84 kesan ji ser kar derxistine. Ji bo lezandina sîstema dadê û kontrola wê, em ê mekanîzmayê bêhtir xwurt bikin…”