Îran: Di danûstandinên Vîyenayê de pêsketin hene

Îran: Di danûstandinên Vîyenayê de pêsketin hene

PeyamaKurd - Wezareta Derve ya Îranê ragihand ku di danûstandinên bo peymana nukleerî yên li Vîyenayê berdewam dikin de pêşveçûn çêbûye.

Berdevkê Wezareta Derve ya Îranê Sêîd Xetîbzade dîyar kir ku tevî pêşketinan jî hin mijarên divê ser biaxivin hene.

Xetîbzade herwiha got, divê ew nelezînin ji ber ku hîn mijarên sereke mane û diyar kir ku divê Amerîka jî dorpêçên ser Îranê rake.

Îran û welatên ku di sala 2015an de peymana nukleerî îmze kirine, ji meha Nîsanê ve li Vîyana ya Avusturya ji bo Amerîka vegere peymanê û Îran jî li gor mercên peymanê tevbigere danûstandinan berdewam dikin.

Serokê Amerîka Joe Biden dîyar kiribû ku ew dixwazin Amerîka vegere peymanê û ji Îranê jî daxwaz kiribû li gor peymanê tevbigere.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin