PeyamaKurd - Wezîrê Tenduristiyê yê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Dr. Saman Berzencî bi serokê Ofîsa Rêxistina Tenduristiya Cîhanî (WHO) li Iraqê Dr. Mazin Zeytûn re civiya.
Dr. Saman Berzincî piştî civînê li ser rewşa koronayê li Herêma Kurdistanê eşkere kir ku vîrusa koronayê di bin kontrolê de ye, lê hîn jî metirsî berdewam e.
Berzencî got: “Rêxistina Tenduristiyê biryar daye derziyên zêdetir ji bo me dabîn bike. Ji ber heta niha 164 hezar û 300 doz derzî ji bo Herêma Kurdistanê hatiye dabîn kirin û ji wê hejmarê jî 100 hezar doz ji hemwelatiyan re hatiye dayîn, ku dibe sedî 2.2 û em di nav hewldanê de ne ji bo dabînkirina pasaporta derziyê ji bo wan hemwelatiyên ku herdu doz derzî li xwe dane.”
Saman Berzincî diyar kir: “Gelek şîrket û konsolxane di hewldanê de ji bo dabîn kirina derziyan ku zêdetir bigehe herêma Kurdistanê û ji bo her aliyekî bixwaze jî dikare alîkariya me bike bo dabîn kirina derziyê. Em jî dê rêkarên pêwîst ji bo dabîn bikin û çi alîkariyek pêwîst be emê pêşkeş bikin.”
Wezîrê Tenduristiyê da zanîn, rêxistina tenduristiya cîhanê berdewam li gel herêma Kurdistanê di hemahengiyê de bûye û di heyama 24 demjimêran de jî çavdêriya rewşa vîrusa koronayê dikin û karîne di çarçoveya hewldanên xwe de gelek welatan bixin bazineya alîkariyê ya bernameya alîkariya niştimanî ya ji bo Iraqê.
Berpirsê Ofîsa Rêxistina Tenduristiya Cîhanî Dr. Mazin Zeytûn jî got, ew kar dikin li ser bilind kirina şiyana karmendên tenduristiyê. Lê ligel wê jî wan gelek hewl dane ji bo tekoşîna hember vîrusa koronayê li seranserê cîhanê û ev jî bi bandor bûye.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin