Parlamena Iraqê karvekêsana Ebdulmehdî pesend kir

Parlamena Iraqê karvekêsana Ebdulmehdî pesend kir

PeyamaKurd - Serokwezîrê Iraqê Adil Ebdulmehdî li ser daxwaziyên xwepêşanderan ku 2 meh in protesto berdewam dikin, nameya xwe ya dest ji kar kişandinê pêşkeşî parlamentoyê kiribû.

Parlamentoya Iraqê karvekêşana Adil Ebdûlmehdî di rûniştina îro ya awarte de pesend kir.

Parlamentoya Iraqê di civîna îro piştî nîvro de, li ser nameya îstifaya Serokwezîr Adil Ebdulmehdî çû ber dengdanê û di dengdanê de bi piraniya dengan dest ji kar berdana wî hat pesend kirin.

Parlamentoya Iraqê herwiha ji Serokomar Berhem Salih xwest ku berbijêrekî ji bo posta serokwezîriyê diyar bike.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin