PeyamaKurd- Piştî êrişa esmanî li dijî Tirkiyê ku li gorî daxuyaniyên fermî, di encamê de bi kêmanî 33 leşkerên Tirkiyê hatin kuştin Rûsyayê daxuyaniyek da û amaje kir ku beşdarî wê operasyonê nebûye.
Wezareta Berevaniyê ya Rûsyayê derheqê êrişa li Îdlîbê ku 33 leşkerên tirk jiyana xwe ji dest dabûn û 32 kes birîndar bûbûn, daxuyaniyek da.
Wezareta rûsî dibêje, “hêzên esmanî yên Rûsyayê beşdarî di operasyona li dijî Tirkiyê nekiriye.”
Wezareta rûsî di berdewamiya daxuyaniya xwe de destnîşan dike, “leşkerên Tirkiyê yên ligel milîtanan ji aliyê hêzên esmanî yên artêşa Sûriyê ve rastî êrişê hatin. Artêşa Rûsyayê piştî ku êriş pêk hat ji bo agirebest were ragihandin ketiyê dewrê da ku gavên pêwîst bêne avêtin” û teqez dike ku di wê êrîşê de hêzên artêşa Rûsyayê cî negirtine.
Di berdewamiya daxuyaniya wê wezaretê de tê gotin ku, hêzên Tirkiyê ligel milîtanan diman û divê ne li wê herêmê bûna.
“Pêwîst bû hêzên artêşa Tirkiyê ligel milîtanan nemane” û dupat dike ku hêzên Rûsyayê beşdarî li êrişê nekirine.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin