Berdevkê Hikûmeta Fransa: Cihê ‘Millî Gorus’ a Tirkî li Fransayê nîne!

Berdevkê Hikûmeta Fransa: Cihê ‘Millî Gorus’ a Tirkî li Fransayê nîne!

PeyamaKurd - Berdevkê hikumeta Fransayê Gabriel Attal ragihand ku komeleya “Mîllî Goruş” a tirkî nirxên komara Fransayê binpê dike û ajandeyên derve û planên hikumeta Tirk pêk tîne û ji ber wê yekê jî cihê wê li Fransayê nîn e.

Gabriel Attal ji medya Fransayê re daye xuyakirin ku ew komele li dijî nirxên komara Fransayê, li dijî wekheviya di navbera zayendan de û li dijî rûmeta mirovahiyê radiweste û dibêje: “Wê baş be ku ev komele li Fransayê kar neke, lê belê daxuyaniyên min nayên wateya qedexekirina wê komeleyê.”

Hêjayî bibîrxistinê ye, Komeleya “Mîllî Goruş” ligel du rêxistinên din meha Çileyê li dijî îmzekirina peymaneke li dijî tundrewiyê derketibû.

Mîllî Goruş” komeleyeke tirkî ye û navenda wê li bajarê Kolna Almanyayê ye ku damezirînerê wê, serokwezîrê berê yê Tirkiyê Necmettîn Erbakan bû.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin