PeyamaKurd – Piştî li welatê Mynamarê leşker dest danî ser rêvebiriya welat, serokê Amerîkayê Joe Biden got ku di pêvajoya demokratîzebûna Myanmarê de dorpêçên hatine rakirin, dikarin car din deynin ser Myanmarê. Biden li ser derba leşkerî ya Myanmarê bi nivîskî weha got:
“Li Myanmarê desteserkirina Aung San Suu Çii û rêvebirên din yên sîvîl û ragihandina rewşa awarte li welat, raste rast êrîşa ser demokrasiyê û hukumraniya demokrasiyê ye. Di demokrasiyan de divê artêş rêvebiriyê neroxîne û encama hilbijartinê ya bawerî pê têanîn ji nav nebe.”
Serokê Amerîkayê Joe Biden di dewama axaftina xwe de li dijî desthilata artêşê derket û weha dewam kir:
“Hema ev 10 sale xelkê Myanmarê têkoşînê dide da hukumetê di rêya aştiyê û hilbijartinan de ji ser kar bixîne. Divê herkes bo vê pêvajoyê rêz bigre. Divê leşker rêvebiriyê dewrê sîvîlan bike û kesên desteserkirî serbest berde.”
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin