Saneya vesarî ya DAISê bi ser malê de girt û jinek kust

Saneya vesarî ya DAISê bi ser malê de girt û jinek kust

PeyamaKurd – Bi taybet van demên dawî liv û tevgera rêxistina terorîst DAIŞê, li Iraq, Sûriye û herêmên Kurdnişîn zêde bûye.

Piştî êrîşa şeva borî ku li Kuleca ya Germiyanê ku 2 Pêşmerge ji aliyê terorîstên DAIŞê ve hatin şehîdkirin, li bakurê Sûriyê gundekî Dêrazorê jî jinek ji aliyê şaneyeke veşartî ya DAIŞê ve hat kuştin.

Li gorî ragihandina Çavdêriya Mafên Mirovan li Sûriyê (SOHR) 4 kesên nenas yên girêdayî şaneya veşartî ya DAIŞê êrîşî mala jinekê li gundê El Riz yê girêdayî Dêrazorê kirin û ew kuştin.

SOHRê diyar kir ku DAIŞê ew jin bi hinceta ku sîxurtiyê ji rejîma Şamê re dike kuştine.

Hêjayî gotinê ye operasyonên HSDê li ser şaneyên veşartî yên DAIŞê berdewam dikin ku herî dawî 25ê Sibatê jî şaneyeke veşartî ya 30 kesî ya DAIŞê desteser kiribû.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin