PeyamaKurd - Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî pêşwazî li şandeke Xaça Sor a Navdewletî ya bi serokatiya Berpirsê Xaça Sor ê li Iraqê Jean Jerome kir.
Di hevdîtinê de, çalakiyên mirovî yên wê rêxistinê, plan û bernameya wan li Iraq û Herêma Kurdistanê hatin guftûgokirin.
Şanda Xaça Sor a Navdewletî spasiya hevkarî û hevahengiya di navbera wê rêxistinê û sazî û dezgehên Hikûmeta Herêma Kurdistan de kir, bi taybetî hêzên navxwe, asayiş û polîsan. Herwiha hewlên çaksaziyê yên Hikûmeta Herêmê di zîndan û çaksaziyan de bilind nirxand.
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê pesnê kar û çalakiyên mirovî yên Xaça Sor a Navdewletî da ku bi awayekî bêalî û pîşeyî karên xwe encam dide û hêviya serkeftinê jê re xwast û piştevaniya Hikûmeta Herêma Kurdistanê jî ji bo serxistina karên wan dupat kir.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin