PeyamaKurd – Îro li bajarê Mereşê li taxa Önsenê kesekî bi navê B.Ö. (22) êvarê siet di 19.30 an de kêrê xist destê xwe û derket ser xanî. Bi kêrê zerarê da xwe û li ser bûyerê dê, bav û birayên wî çûn cem wî ser xanî. Lê B.Ö. demança xwe derxist û li bavê xwe M.Ö. diya xwe H.Ö. birayê xwe yê mezin F.Ö. û birayê xwe yê din yê biçûk T.Ö.(10) xist. Bavê wî li nexweşxanê û her dû birayên wî li ciyê bûyerê mirin. Ew bi xwe jî paşî demançê bera xwe da û xwe jî kuşt.
Li ser agahdarkirina tîmên pêwendîdar tîmên tendursitiyê û cendirmeyan çûn ciyê bûyerê û dîtin ku 3 kes li ciyê bûyerê mirine û bav jî li nexweşxanê mir. Tîm li ciyê bûyerê xebatên xwe yên lêkolînê kirin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin