PeyamaKurd - Li demeke ku şandeke Hikûmeta Herêma Kurdistanê bi seroktiya Cîgirê Serokwezîr Qubad Talebanî li Bexdayê hevdîtin û danûstandinên xwe berdewam dike, hat ragihandin ku wê krîza birîna mûçeyên fermanberên Herêma Kurdistanê heta du rojan çareser bibe.
Parlementerê kurd û endamê komîsyna darayî ya parlementoya Iraqê, Ehmed Sefar ji malpera fermî ya PDKê re ragihand, şanda hikûmeta Kurdistanê dê îro li Bexdayê bi berpirsên Iraqî re li ser şandina mûçe û hinartina petrolê bigihê rêkeftinê.
Ehmed Sefar daye xuyakirin, krîza mûçe dê heta du rojên din çareser bibe û Bexda dê mûçe bişîne û hikûmeta Kurdistanê jî dê dest bi radestkirina petrolê bike.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin