PeyamaKurd- Wezareta karên derve ya Tirkiyê bangî balyozê Yûnanistanê yê li Ankara Mavroidis kir da here wezaretê. Wezîrê karên derve yê Yûnansitanê yê berê ragihandibû ku sînorê behrê derxistiye 12 mîlên behrê û di vê mijarê de Tirkiye û Yûnansitan li hev nakin.
Problemeka dinê ew bû ku keştiya bo lêgerîna xazê di Behra Sipî de, ji aliyê keştiyên Yûnanî yên şer de hatibû acizkirin. Mijarên ku niha li serê gengeşe hene û vê dawiyê ketine rojevê ev in. Di van mjaran de berdevkê wezareta karên derve Hami Aksoy li ser plana guherindina sînorê avê ji aliyê Yûnanan de weha got:
“Me nûçeyên wezîrê berê yê karên derve Kocias, serokwezîr û wezîrê nû şopand ku plana sînorê behra xwe derdixin 12 mîlî. Em her dû dewlet sînorên me di behrê de, li hemberê hevin û eger lihevkirinek tinebe, em ji vê planê re îzin nadin. Me vê mijarê ji balyozê Yûnansitanê re got.”
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin