PeyamaKurd - Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrur Barzanî, îro Roja Cîhanî ya Nehiştina Tundiya Dijî Jinan de, li Hewlêrê serdana navendeke vehewandin û parastina jinan kir.
Serokwezîr Barzanî û Wezîra Karûbarên Civakî Kiwîstan Mihemed serdana navendeke vehewandin û parastina jinan li Hewlêrê kirin û guh dan daxwazên jinan û dezgehên hikûmî jî ji bo çareserkirina daxwazên wan raspardin.
Mesrur Barzanî di serdana xwe de got, “Bi min baştir bû ku li şûna ez gotarekê bixwînim, serdana we bikim û ji nêzîk ve guhdariya daxwazên we bikim.”
Serokwezîrê Kurdistanê bal kişand ser ku ew dixwazin civaka Kurd dûrî her tundûtûjiya li dijî jinan be, ne tenê parastî bin, dibe ku hemû mafên wan ên jiyan û xwepêgehandinê parastî bin û wiha pê de çû:
“Pêwîst e jin jî wek her takekî civakê, mafê wan ên tenduristî di civakeke tendurist de hebe. Bêgûman ev jî girêdayî hebûna komeke yasa û helwestên civakê li hember jinê ye. Hikûmet jî divê parêzerê wan mafan be û ji îro ve em ti xemsariyekê nakin.”
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin