3 ji Kobanê 13 penaber li ser sînorê Rojhilat û Bakur qufilîn

3 ji Kobanê 13 penaber li ser sînorê Rojhilat û Bakur qufilîn

PeyamaKurd – 13 penaber ji ber serma zivîstanê û firtoneyê li ser sînorê Rojhilatê Kurdistanê û navçeya Ebexê ya Wanê şevê din ji sermê qufilîn û can dan.

Li gorî zanyariyan Cendermeyan ew penaberên bi rêyên qaçaxî ji sînor derbas bûne û qufilîne li taxa Sariçimen a Ebexê dîtine ku 13 kes bûn û 3 ji wan jî ji Kobaniya Rojavayê Kurdistanê bûn.

Rojnameya Gazete Havar a Wanê ragihandiye ku 10 ji penaberên ji ser Îranê ve hatine û qufilîne ji Afganistanê ne û 3 ji wan jî ji bajarê Kobaniyê ne ku du kes jî jin û mêr bûn.

Malbatên kesên qufîlîne dixwazin cenazeyên xizmên xwe werbigirin ku hîn jî ji ber berfa zêde ji cihê lê can dane nehatine veguhestin.

Parêzgariya Wanê ragihandiye ku xebatên bo anîna cenazeyan berdewam dikin.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin