Li Xûrmatûyê operasyon: 24 binkeyên DAISê hatin ruxandin

Li Xûrmatûyê operasyon: 24 binkeyên DAISê hatin ruxandin

PeyamaKurd - Ragihandina şer a Iraqê da xuyakirin ku 24 binke û baregehên DAIŞê yên li sînorê bajarê Xurmatû hatine jinavbirin û Pêşmerge jî alîkarê wan bûye. Lê fermandariya Pêşmerge ya li wî sînorî beşdariya wê êrîşê red kir.

Fermandarekî Pêşmerge yê li sînorê bajarokê Newculî ya ser bi bajarê Kifrî ya hemsînorê Xurmatû Mihemed Ebdula ji BasNewsê re ragihandiye: “Wek Pêşmerge di helmeta îro ya hêzên Iraqê li sînorê Xurmatû û Pelkane de em beşdar nebûne.”

Ebdula got ku hêza Iraqî hatiye gundê Qurriçay a nêzîk bajarê Kifrî.

Di daxuyaniya ragihandina şer a Iraqê de jî hat gotin, îro 30.03.2020ê hêzên artêşê, Heşdî Şeibî û Pêşmerge li sînorê Xurmatû û nêzîk bîrên nefta Pelkane, di êrîşekî de karîn 24 binke û baregehên DAIŞê jinav bibin û dest li ser motosîklêtek û bombeyên çandî û pêxew û sotemenî û xwarina terorîstên DAIŞê de bigirin.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin