PeyamaKurd – Hat ragihandin ku hikûmeta Belçîkayê bi destpêşxeriya parlamenterê dostê Kurdistanê Dr. George Dalaman yê ji Partiya CDH û bi piştgiriya Partiya NVA, îro 4ê Sibata 2021ê li Parlamentoya Belçîkayê pêşniyara nasandina jenosîda Êzidiyan pêşkeş kir.
Nûnerê Hikûmeta Herêma Kurdistanê yê li Yekîtiya Ewropayê Dilawer Ajgeyî bi daxuyaniyekê ragihand: “Biryar e ev mijar li Lijneya Pêwendiyên Derve yên Parlamentoya Belçîkayê were gotûbêjkirin û piştre di rûniştineke fermî ya parlamentoya wî welatî de bixin dengdanê.”
Dilawer Ajgeyî, spasiya hewldanên Dr. George Dalaman kir û piştevanî û alîkariya Hikûmeta Herêma Kurdistanê ji bo serxistina projeyê ragihand.
Dilawer Ajgeyî diyar kir ku Dr. George Dalaman dostekî nêzîk ê Kurdistanê ye û di demên tengasiyê de piştevaniya Kurdistanê kiriye û çend caran serdana Herêma Kurdistanê û Rojavayê Kurdistanê kiriye.
Dr. George Dalaman endamê Lijneya Pêwendiyên Derve ya Parlamentoya Belçîkayê ye û berê jî endamê Rêxistina Cîhanî ya Bijîşkên Bêsînor bû.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin