Endamê Konseya Rêvebir a TEV-DEMê Aldar Xelîl diyar kir ku YPG ji Efrînê derkeve jî Tirkiye nasekine. Ji ber vê yekê divê em li ber xwe bidin.
Endamê Konseya Rêvebir a TEV-DEMê Aldar Xelîl wiha got: "Armanca Tirkiyeyê û Artêşa Sûriyeya Azad (ASA) ew e ku Kurdan hemiyan ji Efrînê derxin û li gorî siyaseta xwe hinekê kesên din li wir bi cih bikin.
Aldar Xelîl wiha dewam kir: "Tirkiye dixwaze piştî Efrînê; Heleb, Idlib, Menbîç, herêma Cezireyê û taliyê jî Mûsil û Kerkûkê bixe bin destê xwe. Eger Yekîneyên Parastina Gel (YPG) ji Efrînê derkevin jî Tirkiye ji hedefa xwe venagere. Ji ber vê yekê ji berxwedanê pêve, ji bo me tu rêyên dî nîn in.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin