PeyamaKurd – Hat ragihandin ku Serokomarê Tirkiyê Recep Tayip Edogan di cîvîna xwe ya ligel balyozên welatên endamên Yekîtiya Ewropayê ya doh 13ê Çileyê 2022yan pêk anî de, daxwaza alîkariyê ji bo pêşxistina pêwendiyên ligel YEyê û vekirina rûpeleke nû kiriye.
Heman balyozên YEyê yên li Tirkiyê, demek berê bi daxuyaniyekê daxwaza berdena karsaz û aktivîstê sivîl Osman Kavala kiribûn û Erdogan ew wekî kesên nayên xwestin li Tirkiyê îlan kiribû û ev jî bûbû sedema krîzê di navbera aliyan de.
Serokomarê Tirkiyê di civîna ligel balyozên Ewropayê de, got ku ew proseya endamtiya Yekîtiya Ewropayê wekî stratejîk dibînin û daxwaz ji balyozan kir, helwesta Tirkiyê bigihînin Brukselê û paytextên welatên xwe
Erdogan ji balyozan re got: “Ez bi taybet ji we daxwaz dikim ku hûn bi helwdanên xwe yên ligel Brukselê û paytextên welatên xwe, diyar bikin ku `em ji bo vekirina rûpeleke nû di pêwendiyên Yekîtiya Ewropa û Tirkiyê de di amadekariyan de ne` û di vê mijarê de ez bi taybet li benda piştgîriya we me.”
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin