Koska Spî: Pûtîn yekrêzîya nav NATO û Ewropayê pêk anî!

Koska Spî: Pûtîn yekrêzîya nav NATO û Ewropayê pêk anî!

PeyamaKurd – Berdevka Koşka Spî Jen Psakî ragihand ku NATO li hember êrîşa Rûsya ya ser Ûkraynayê bi yekrêzî tevdigere û dagirkeriya Rûsyayê bandoreke mezin li ser xurtbûna yekîtiya NATOyê çêkiriye.

Psakî got: "Çalakiyên Serokê Rûsyayê Vladimir Pûtîn di dîroka modern a NATOyê bû yek ji sedema herî mezin a yekrêziya NATOyê.”

Psakî li ser gefa amadebaşiyê ya Pûtîn a bo çekên nukleerî jî got ku Amerîka her çiqas xwedî wê kapasîteya berevaniyê ye jî asta amadebaşiyê naguherîne û dixwaze rageşîyê kêm bike.

Herwiha Psakî bibîr xist ku Amerîkayê di dîroka xwe de nedixwest çekan bişîne herêmên pevçûnê, lê ji ber cidîbûna krîzê niha çekan ji Ûkraynayê re dişîne û careke din dubare kir, piştî êrîşkariya Pûtîn Ewropayeke yekgirtî û NATOyeke yekrêzî li hember dagirkeriyê radiweste.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin