PeyamaKurd- Li bajarê Hekkariya li navçeya Çelê di encama êrîşa çekdarên PKK ê de du leşker jiyana xwe ji dest dan û leşkerekî birîndar bû. Wezareta bergiriyê ya Tirkiyê mijarê weha ragihand:
“Di dema ku leşkerên me diçûn keşfê, PKK ê êrîş kir ser leşkerên me û di encamê de 2 leşkerên me hatin şehîdkirin û yek jî birîndar bû. Bergeha ku çekdar ber pê de çûn, eskerên me bi çekan lê dane û drone, helîkopterên êrîşê û yekîneyên komandoyê hatine sewqkirin bo herêmê. Operasyon dewam dikin.”
Di êrîşê de leşkerên ku hatine kuştin yek ji wan çawîşê pispor Uğur Bora ye ku ji bajarê Tokatê ji navçeya Niksarê ye. Leşkerê dinê yê bi navê Mehmet Günay ji xelkê Hatayê ye û ji navçeya Altınözü ye. Piştî merasima cenazeyan ya li Hekkariya wê termên wan bên şandin bo memleketên wan.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin