‘Wê herêma ewle bandoreke nebas li Singalê û navçeyên sînorî bike’

‘Wê herêma ewle bandoreke nebas li Singalê û navçeyên sînorî bike’

PeyamaKurd – Qeymeqamê Şingalê Mehme Xelîl li ser rêkeftina navbera Tirkiye-Amerîkayê ya bo herêma ewle li sînorê Sûriye–Rojavayê Kurdistanê got ku dê herêma ewle bandoreke neyînî li Şingalê, deşta Nînowa û navçeyên ser sînorê Iraq-Sûriyê bike.

Xelîl ragihandiye ku dê avakirina herêma ewle bibe sedema vegera DAIŞê bo Şingal, deşta Nînowa û navçeyên sînorî ku herî zêde jî dê bandorê li ser Şingalê bike.

Qeymeqamê Şengalê Mehme Xelîl dibêje, avakirina herêma ewle li Suriyê ku Tirkiye û Amerîka serperiştyia wê dikin, wê bandoreke nerênî li ser rewşa Şengalê, deşta Nînowa û navçeyên sînorî yên ligel Suriyê bike.

Xelîl herwiha pêşniyaz kir ku ji bo vegera êzidiyan bo navçeyên xwe, pêwîste herêmeke ewle were avakirin ku Amerîka, hikumeta Îraqê û hikumeta Herêma Kurdistanê serperiştiya wê bikin.

Qeymeqamê Şengalê da zanîn, sedema ku êzidî venagerin cih û warên xwe hebûna PKKê ye ya li ser çîyayê Şengalê ye ku rêzê li yasayên Iraqê nagire û binpêkirinên xwe didomîne.

Xelîl herwiha dîyar kir ku navçeyên wan ji bo PKKê bûne pêgeheke aram û çavkanîya darayî û çekdarkirinê.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin