PeyamaKurd - Wezîrê Derve yê welatê Çekyayê ragihand ku Zanîngeha Palacký şaxekî xwe li Hewlêrê vedike.
Wezîrê Derve yê Çekyayê Tomáš Petříček li ser twitterê behsa civîna xwe ya bi Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî re li Koma Sereke ya Konferansa Asayîşê ya Munîxê li Dohayê kir û got, di wê hevdîtina ya ligel Serokê Herêma Kurdistanê de, wan çend mijar gotûbêj kirine ku yek ji wan jî vekirina şaxekî Zanîngeha Palacký li Hewlêrê ye.
Li gorî nûçeya Rûdawê li ser mijarê Dr. Erşed Teha ku yek ji damezrênerê şaxê zanîngeha Palacký ye li Hewlêrê, ragihand ku hemû karûbarên ji bo vekirina şaxê wê zanîngehê li Hewlêrê hatine pêkanîn û wiha got:
“Dosyeya vekirina Şaxê Hewlêrê yê wê zanîngehê, ji Wezareta Xwendina Bilind ji bo Encûmena Wezîran a Herêma Kurdistanê hatiye rêkirin.”
Erşed Teha diyar kir, roja yekşem an duşemê mijara vekirina şaxekî wê zanîngehê li Hewlêrê, li Encûmena Wezîran tê gotûbêjkirin û da zanîn ku dê Encûmena Wezîran biryara vekirina şaxê wê zanîngehê bide.
Zanîngeha Palacký xwedî dîroka 425 salan e û di asta cîhanê de jî di rêza 400emîn de cih digire û duyem zanîngeha Komara Çekê ya herî kevn e.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin