PeyamaKurd - Hat ragihandin ku herêma Luhansk ku Rûsyayê piştî naskirina wê û herêma Donetskê dest bi êrîşên ser Ukraynayê kir, amadekariya referandûma beşdarbûna nav axa Rûsyayê dike.
Serokê siyasî yê Luhanskê paseçnîk ragihandiye ku ew dê di demên pêş de ji bo beşdarî nav axa Rûsyayê bibin ango bibin beşek ji Rûsyayê referandûmê pêk bînin.
Li gorî nûçeya medya rûsî Paseçnik gotiye, "Dibe ku em di demeke nêzîk de ji bo erdên komarê referandûmê bikin” ku bi nêrîna wî dê gelê herêmê nêrîna xwe bo beşdarbûna nav Rûsyayê pesend bike.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin