PeyamaKurd - Cîgirê Serokê Giştî û Gotebêjê Partiyê yê CHPê Bulent Tezcan der heqê komkirina îmzeyên ji bo kongreyê de got: "Li gor çavdêriya me bi qasî ku têrî kongreyê bike îmze nayên komkirin. Lewra qismekî mezin ê girseya partiyê di wê baweriyê de ye ku kongreyeke niha ne guncan e. Bêguman hevalên kongreya neasayî dixwazin jî hene. Emê di nava 15 rojan de bibînin."
Lijneya Rêveberiya Navendî ya CHPê bi serokatiya Serokê Giştî Kemal Kiliçdaroglu li navenda giştî kom bû.
Tezcan piştî civînê daxuyanî da rojnamevanan û diyar kir ku li gor rêgeza partiyê eger ji sedî 51ê delegeyan îmzeyê bidin kongreya neasayî tê kirin.
Tezcan nirxandina xwe wiha kir:
"Li gor çavdêriya me bi qasî ku têrî kongreyê bike îmze nayên komkirin. Lewra qismekî mezin ê girseya partiyê di wê baweriyê de ye ku kongreyeke niha ne guncan e. Bêguman hevalên kongreya neasayî dixwazin jî hene. Ji bo îmzeyê îradeyeke bihêz a delegeyan tuneye. Emê di nava 15 rojan de bibînin."
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin