Fransa di bin tedbîrên tund ên vîrûsa korona de diçe ser sindoqan

Fransa di bin tedbîrên tund ên vîrûsa korona de diçe ser sindoqan

PeyamaKurd - Hilbijartinên herêmî yên Fransayê îro 15ê Adarê, li 35 hezar bajar, bajarok û gundan, di bin tedbîrên tund ên xweparastina ji vîrûsa koronayê birêve diçin.

Serokomarê Fransayê Emmanuel Macron, 12ê Adarê, ji ‎ber belavbûna vîrûsa Koronayê girtina dibistan, kolej û zanîngehan ragihandibû û gotibû, hilbijartin nayên bipaşxistin.

Hikûmeta Fransayê ji bo kêmkirina metirsiya vîrûsê li navendên dengdanê, dest bi dabînkirina kelûpelên ‎paqijkirina dest û jinavbirina vîrûsê li hemû binkeyan kiriye daku welatî ji silametiya xwe piştrast bin û ‎bê tirs beşdarî dengdanê bibin.‎

Rêvebera Binkeya Dengdanê Marie-France Hubaud jî ragihand, “Heta bibêjî piştrast im û hikûmet jî piştrast e ku hemû tiştek hatiye kirin ji bo jinavbirina vîrûsê li sazî ‎û navendên dengdanê û hemû tiştek silamet e.”‎

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin