PeyamaKurd – Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî li kampa Şariya ya koçberên Êzîdî, 240 xaniyan ava dike.
Li gor Berdevkê Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî Dilawer Bişar diyar kiriye, me jûreka operasyonê ya hebeş bi sazî û dezgehên navdewletî re pêk aniye da ku alîkariyên ku hatine komkirin, bi ser mexdûrên şewata kampa Şariya de bi duristahî bên belavkirin.
Dilawer Bişar herwiha daye zanîn, ew malbatên ku çadirên wan şewitîne, li hola Laliş û baxçeyekî kampê hatine bicîhkirin û Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî, serpereştiya wan dike û çi pêwîst be bo wan dabîn dike, ji şîrên zarokan bigire heta kerestên xweparastina li hember Koronayê.
Berpirsê Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî eşkere kiriye, li kampa Şariya civînek di navbera serokê Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî û endamên civata ruhanî yên Êzîdiyan de hat kirin. Di civînê de biryar hat dayîn, ew kesên ku çadirên wan şewitîne, xanî bi bilokan ji wan re were avakirin ku zêdetirî 240 xaniyan dibe.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin