PeyamaKurd- Li gor ragihandina The Interceptê; di rojên ku di navbera Erebistana Si’ûdî, Emarat û Qatarê de kriz derket, her dû dewlet bo Qatarê îşxal bikin, dikevin nava tevgerê lê wezîrê karên derve yê Amerîkayê Rex Tillerson nahêle ku îşxal pêkbê. Heta dibêje ku di sitendina Rex Tillerson ji wezîfeyê de bandora vê mijarê heye.
The Intercept ê de li gor nivîsa ku ji aliyê Alex Emmons ve hatiye belavkirin, planê mudaxeleyê ev e; wê Erebistana Si’ûdî ji Emaratan destekê bistanda û hêzên bejayiyê wê ji sînor 100 km biketa hundirê Qatarê da payîtexta wê Dohayê bixista destê xwe.
Plan ji aliyê her dû welîahtan ve hatiye kirin û êrîşa ser Şêxê Qatarê El Tanîn jî di nav de hebûye. Li gor nûçeya The Interceptê wê tenê baregeha hewayî ya El Udeydê dorpêç bikirina ku 10 hezar leşkerên Amerîkayê tê de ne. Lê wê li hemberê leşkerên Amerîkî ti tevger çênebûya.
Agahiya plana îşxalê ji aliyê îstîxbarata Qatarê ve bo wezîrê karên derve yê Amerîkayê Rex Tillersonî hatiye dayîn. Tillerson li qralê Erebistanê Selman digere û nahêle ku mudaxele bêkirin.
Li gor nûçeyê ev bûyer dibe sedem ku Rex Tillerson ji wezîfê tê girtin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin