Damezrênerekî AKPê yê Kurd pariya xwe îstîfa kir!

Damezrênerekî AKPê yê Kurd pariya xwe îstîfa kir!

PeyamaKurd - Yek ji damezrînerên Partiya Dad û Geşepêdanê (AK Partî) yê Kurd Rustem Zeydan dest ji wê partiya berda.

Damezrînerê AKPê Rustem Zeydan ku bixwe xelkê bajarê Colemêrgê ya Bakurê Kurdistanê ye, ragihand ku wî dest ji wê partiyê berda ye.

Rustem Zeydan ku di heman demê de birayê parlementerê berê yê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Abdullah Zeydan e, ji medyaya Tirkiyê re ragihandiye ku wî dest ji AKPê berda ye.

Zeydan diyar kir ku, lê wê karên wî yên siyasî berdewam bin û got jî, ew dê di demên pêş de sûdê bigihîne siyaseta Tirkiyê. Siyasetmedarê Kurd lê derbarê sedemên vekişîna ji AKPê ti zanyarî nedan.

 

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin