Pentagon: Austin hê jî li nexwesxaneyê ye

Pentagon: Austin hê jî li nexwesxaneyê ye

PeyamaKurd - Hate ragihandin ku Wezîrê Parastinê yê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) Lloyd Austin hê jî li nexweşxaneyê tê dermankirin.

Wezareta Parastinê ya DYAyê (Pentagon) ragihand ku Wezîrê Berevaniya Amerîkayê Lloyd Austin piştî dermankirina pençeşêra prostatê hê jî li nexweşxaneyê ye. Pentagonê diyar kir ku rewşa Austin baş e.

Di daxuyaniya ku ji alî Pentagonê ve hat dayîn de hat diyarkirin ku Austin dîsa dest bi hin erkên xwe kiriye û bi hin berpirsên payebilind ên wezaretê re, di derbarê hin mijarên gring de danûstanan dike"

Di daxuyaniyê de her wiha hate destnîşankirin ku ji bo ji nexweşxaneyê derxistina Austin dîrokeke diyar tune ye.

Wezîrê Parastinê yê DYAyê Lloyd Austinê 70 salî, ji ber piştî neştergeriya ku di dawiya meha Kanûna sala çûyî de di laşê wî de hin komplîkasyon derketibûn holê, d 1ê Çileyê de arasteyî lênihêrîna giran bûbû.

Ji ber ku 3 roj piştî van geşedanan Qesra Sipî hatibû agahdarkirin, ev yek li DYAê bûbû cihê nîqaşan.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin