Li Nîjeryayê 213 çekdarên rêxistinê hatin girtin

Li Nîjeryayê 213 çekdarên rêxistinê hatin girtin

PeyamaKurd- Li welatê Afrîka rojava li Nîjeryayê 213 kesên ku endamên rêxistinê ne an ku çete ne,li eyaletên Kano û Enûrûyê hatin girtin. Rêvebirê asayîşa Kanoyê Abdullahî Harûna Kiyawa bo çapemeniyê ragihand ku bi sedema tedbîrên koronavîrusê wan qedexeya derketina derve ragihandiye û piştî wê jî operasyonan kirine. Kiyawa dibêje ku di operasyonan de 197 kes hatine girtin, dest danîne ser pere, sîlih, motorsîklet û muhîmmatên wan.

Rêvebirê asayîşa eyaleta Enûgû yê Daniel Ndukwe jî ragihandiye ku wan jî operasyonan kirine ser çekdarên rêxistinê û 16 kes ji wan girtine. Bi sedema ku çekdaran bi motorsîkletan êrîş dibirin ser xelkê, dewletê li hinek eyaletan bikaranîna motorsîkletan qedexe kiribûn.

Nîjerya welatekî tevliheve, di navbera cotiyar û şivanan de her dem dijberî û dijminahî heye. Ew bes nîn bû piştî sala 2015an dest bi revandina mirovan kirin û ji malbatên wan fîdye xwestin. Heman tişt hêjî dewam dikin.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin