PeyamaKurd- Hat îddakirin ku Amerîkayê li Rojavayê Kurdistanê li bajarê Kobanî û Hesekê li Baregeha Şeddadiyê ya Amerîkayê “Pergala Parastina Hewayî” ava kiriye.
Wêneyên avakirina pergalê, li ser hesabên medyaya civakî hatin weşandin. Di vîdyoya ku hatiye weşandin de balafirên neqliyê yên leşkerî yên Amerîkayê, pergala radarê tînine Kobaniyê û leşkerên Amerîkayê jî wan li hev didin.
Heta niha Amerîkayê ev îdda red nekirine.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin