Axios: Îranê pêşniyara vekirina Tengava Hormuzê û dawîanîna şer pêşkêşî Amerîkayê kiriye

Axios: Îranê pêşniyara vekirina Tengava Hormuzê û dawîanîna şer pêşkêşî Amerîkayê kiriye

PeyamaKurd - Li gorî rapora malpera "Axios", Îranê di rêya navbeynkarên Pakistanê re pêşniyareke nû ji bo vekirina Tengava Hurmuzê û kêmkirina aloziyên berdewam ên bi Amerîkayê re pêşkêş kiriye.

Li gorî vê raporê ku  berpirsekî Amerîkayî hatî belavkirin, pêşniyara kêmkirina aloziyên deryayî û veguhastina danûstandinên navokî bo qonaxa bê di nav xwe de digire.

Di beramber de, Îran daxwaza rakirina wan dorpêçan dike ku hatine danîn ser hatin û çun û gihîştina aborî ya bi rêyên deryayî ve girêdayî ne, di nav wan de Tengava Hurmuzê; ew rêrewa ku beşekî girîng a hinardeya enerjiya cîhanê jê re derbas dibe.

Hevdem, çavkaniyên agahdar ji Axios re ragihandine ku tê çavnihêrîkirin ku Donald Trump di civîna "Odeya Rewşên Awarte" de ligel tîma ewlehiya neteweyî ya welatê xwe, bijardeyên li ber destê Amerîkayê li hember Îranê gotûbêj bike.

Tevî vê yekê, Trump berê ragihandibû ku heta gihîştina bi rêkeftineke rast, zextên aborî û sînordarkirinên dijî Îranê dê berdewam bin.

Ev guhartin di demekê de belav dibin ku alozî li Kendav û rêreweyên keştîvaniyê yên navçeyê de berdewam in û fikarên derbarê ewlehiya enerjiya cîhanî zêdetir bûne.