Wê Macron ji bo vekirina Tengava Hurmizê bi Îranê re bicive

Wê Macron ji bo vekirina Tengava Hurmizê bi Îranê re bicive

PeyamaKurd - Serokomarê Fransayê Emmanuel Macron ragihand ku ew ê di demeke nêz de ligel rayedarên Îranê bicive daku Tengava Hurmizê ji bo trafîka deryayî cardin were vekirin.

Macron destnîşan kir ku Fransa ji bo parastina ewlehiyê û aramkirina herêmê koalîsyoneke navdewletî ava kiriye û armanca wan a sereke ew e ku li gorî hiqûqa navneteweyî "azadiya seyrûseferê" bêyî tu bac an astengiyan were garantîkirin.

Serokomarê Fransayê diyar kir ku ew hêvî dike di rojên pêş de aliyên peywendîdar razî bikin daku rewş asayî bibe.