Amerîka: Daxuyaniya Îranê ya ‘Tengava Hurmizê girtî ye’ ne rast e

Amerîka: Daxuyaniya Îranê ya ‘Tengava Hurmizê girtî ye’ ne rast e

PeyamaKurd - Fermandariya Navendî ya Amerîkayê (CENTCOM) daxuyaniyên Artêşa Pasdarên Îranê yên ku digotin "Tengava Hurmiz girtî ye û di bin kontrola Îranê de ye" red kir.

CENTCOMê diyar kir ku ev îdia ne rast in û da zanîn: "Niha keştiyên ku sotemenî û kelûpelên bazirganî hildigirin, bi awayekî asayî ji Tengava Hurmizê derbas dibin. Tengava Hurmiz bi zelalî di bin kontrola DYAyê û hevpeymanên wê yên herêmî de ye."

Şêwirmendê Bilind ê Fermandarê Pasdaran Mihemed Riza Naqdî ragihandibû ku Tengava Hurmiz girtî ye û ew ê heta ku daxwazên wan werin qebûlkirin vê rewşê bidomînin.

Her wiha Naqdî diyar kiribû ku ew ê rêyên derbasbûna qaçax jî bigirin, lê Amerîkayê ev daxuyanî derewand û tekez kir ku çûnûhatina li ser avê berdewam dike.