PeyamaKurd - Li gorî nûçeyeke malpera Axiosê ku dispêre çavkaniyên herêmî û berpirsên Amerîkayê, Amerîka, Îran û Uman nêzîkî lihevkirineke demkî bûne ku Tengava Hurmizê ji nû ve bê vekirin.
Di nûçeyê de hat eşkerekirin ku armanca vê rêkeftinê destpêkirina agirbestê û vekirina riya diyaloga nukleerî ye.
Li gorî plana 60 rojî, hemû keştiyên ku dikevin nav Kendavê wê di riya bakur re (di nav avên Îranê de) derbas bibin û yên ku derdikevin jî wê di riya başûr re (di nav avên Umanê de) di nav hevahengiyê de derbas bibin.
Rêberê Îranê Mojtaba Xameneyî û Encûmena Ewlehiya Neteweyî ya Îranê jî ev pêvajo pesend kiriye.
Trump hefteya borî biryar dabû ku êrîşên mezin ên leşkerî li ser Îranê pêk bîne da ku şans bide hewldanên dîplomatîk. Lê paşê ew êrîş rawestandibû.