PeyamaKurd - Li gorî nûçeya malpera nûçeyan a Amerîkî Axios, di navbera Washington û Tehranê de muzakere careke din rawestiyan û Wezîrê Derve yê Amerîkayê Marco Rubio xwest ku heyeta Îranê ya bi serokatiya Wezîrê Derve Ebas Eraqçî roja duşemê Amerîkayê biterikîne.
Hate ragihandin ku heyeta Îranê çend demjimêran piştî vê daxwazê ji New Yorkê ber bi Doha ya Qeterê ve ketiye rê.
Rayedarekî ku navê wî nehatiye eşkerekirin ji Axiosê re axivî û got, "Wezîr Rubio heyeta Îranê ya ku dema xwe derbas kiribû ji welat derxist.
Civîna Giştî ya Neteweyên Yekbûyî qediyabû, lewma dema wan a çûyînê hatibû."
Lê belê, Nûnertiya Daimî ya Îranê ya li Neteweyên Yekbûyî îdiayên ku guvaşa derketinê li ser wan hatiye kirin red kir û diyar kir ku heyeta wan roja duşemê êvarê li gorî bernameya ku roja 17ê Îlonê ji Wezareta Derve ya Amerîkayê re hatibû ragihandin ji New Yorkê veqetiya ye, û ev nûçe wekî "agahiyên bêbingeh" bi nav kir.