Aram Mihemmed: Dibe xwendina bilind di 16 ê adarê de be

Aram Mihemmed: Dibe xwendina bilind di 16 ê adarê de be

PeyamaKurd- Wezîrê xwendina bilind yê herêma Kurdistanê Aram Mihammed Qadir ragihand eger rewşa tenduristiyê weka niha xweş dewam bike, wê li herêma Kurdistanê perwerde ya bilind di 16 ê gulanê de di temamên zankoyên Kurdistanê de destpêbike. Aram Mihemmed di ser hesabê xwe yê medya civakî de weha ragihand:

“Li gor agahiyên ku wezareta tenduristiyê ya Kurdistanê daye me, eger halê Kurdistanê yê weha xweş dewam bike, zankoyên Kurdistanê dikarin di 16 ê mehê de dest bi perwerdê bikin.”

Qadir di beyana xwe de dibêje eger rewşeka awarte di rewşa tenduristiyê de çênebe, wê pêngav bi pêngav perwerdê bidin normalkirin. Her weha wê mijar di civîna encumena wezîran de li serê bê axaftin.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin