PeyamaKurd - Di maça futbolê ya di navbera tîmên St. Paul û Darmstadt 98an de alîgirên St. Paulî ‘Bijî Rojava’ nivîsandin.
Herwiha di maça navbera SV Werder Bremen û Hertha BSC Berlînê de jî alîgirên Bremenê nivîsa ‘Destê xwe ji Rojava bikişîne’ vekirin.
Di Lîga 2yemîn a Almanyayê de li Stada Mîllerntor a Hamûrgê, di maça di navbera St. Paûlî û Darmstadt 98 de alîgirên St. Paûlî ji bo êrîşên Tirkiyê li ser Rojavayê Kurdistanê şermezar bikin, stadyom bi rengên kesk, sor û zer xemilandin, aleke mezin a YPGê vekirin û nivîsa ‘Bijî Rojava’ vekirin.
Di lîga 1emîn de jî di maça di navbera SV Werder Bremen û Hertha BSC Berlînê de alên kesk, sor û zer hatin hildan. Alîgirên SV Werder Bremenê nivîsa ‘Destê xwe ji Rojava bikişînin’ pêşan dan.
Hêjayî gotinê ye, çend roj berê tîma St. Paûlî piştî ku lîstikvanê tirk Cenk Şahîn pesnê êrîşên ser Rojava dabû, ji tîmê hatibû avêtin.

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin