PeyamaKurd-Serokê Giştî yê Partiya Memleket Muharrem Înce, di serdana xwe ya ji bo bajarê bakur ê Şirnexê de li pirsgirêkên dikandaran guhdarî kir. Înce, li ser pirsa rojnamevanan a ji bo serdana Selahadîn Demîrtaş jî nirxandinek kir.
Muharrem Înce, di çarçoveya serdana xwe ya li bajarên bakur de piştî Wan, Agirî û Colemêrgê, çû serdana Şirnexê jî û li gazincên dikandaran guhdarî kir. Înce da zanîn ku ew diçe ku derê, van gazincên ji ber xizaniyê û buhabûnê dibihîze.
Di çarçoveya vê serdanê de ji aliyê rojnamevanan, li ser serdana Muharrem Înce ya ku di serdema hilbijartinên Serokomariya Tirkiyeyê de çûbû girtîgehê û serdana Hevserokê Giştî yê Berê yê HDPê Selahadîn Demîrtaş kiribû, pirs hat pirsîn. Înce vê pirsê jî bersivand û got,
“Min serdana hemû namzedên Serokomariya Tirkiyeyê kiribû. Ez çûbûm gel Rêzdar Recep Tayip Erdogan, Meral Akşener û Temel Karamollaoglu. Selahadîn Demîrtaş girtî bû û min serdana wî jî li girtîgehê kir. Lewra ew nikaribû were gel min. Ez wisa bawer dikim ku min tiştekî rast kiriye. Me gotibû, ‘serokomariya her kesî/ê.’
Heger ez bibim serokomarê 85 milyon kesan, divê ez hemû kesan hembêz bikim. Heger Saziya Bilind a Hilbijartinan (YSK) gotibe ‘ev namzed e’ji serdanê xwezayîtir tu tiştek tuneye. Îro bibe, ez ê dîsa heman tiştî bikim.”
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin