PeyamaKurd – Hevpeymaniya Navdewletî ya Dijî DAIŞê ku Amerîka pêşengiya wê dike, li Rojavayê Kurdistanê dest bi perwerdeya helîkopterên Apachi bi Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) kir.
Li gorî dîmenên hatine belavkirin hêzên hevpeymaniyê perwerdeya helîkopterên Apachî didin hevbeşên xwe yên Rojavayê Kurdistanê.
Herwiha Berdevkê Hevpeymaniyê li Iraq û Sûriyê Wayne Marotto, jî wêneyekî perwerdeyê li ser medya civakî belav kir û li ser jî bi Kurdî wiha nivîsand:
“HSD û Hevpeymanî ji bo têkçûna DAIŞê mîsoger bikin, bi dilsozî hevkariya xwe berdewam dikin. Hewldanên me yên hevbeş herêma Bakûrê Rojhilatê Sûrîyê ewletir dike ku cardin DAIŞ li herêmê dernekeve holê.”
.@SDF_Syria û @CJTFOIR ji bo têkçûna DAIŞê mîsoger bikin, bi dilsozî hevkariya xwe berdewam dikin. Hewldanên me yên hevbeş herêma Bakûrê Rojhilatê Sûrîyê ewletir dike ku cardin DAIŞ li herêmê dernekeve holê. pic.twitter.com/bWz3oB9N8X
— OIR Spokesman Col. Wayne Marotto (@OIRSpox) March 27, 2021
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin